Partiya Çepên Kesk sindoqên ku dengên wê hatine dizîn, tespît kir

Partiya Çepên Kesk li dijî gelek bêmafiyên di daneyên YSK’ê de hatine tespîtkirin, îtîrazê gelek hesabkirinên dengan kir.

Partiya Çepên Kesk tespît kir ku li gelek herêman dengên ji Çepên Kesk re hatine dayîn, hatine dizîn.

Partiya Çepên Kesk da zanîn ku li dijî vê bêusiliya mijara gotinê, ketine nava hewldanan û got: “Divê pêvajo were şopandin.” Çepên Kesk sindoqên ku bêusilî lê hatine kirin, wiha rêz kir:

“ŞIRNEX

Cizîr

*Li gorî Girteka Encamên Sindoqê û Cetvela Hilbijartinê ya sindoqa bi hejmara 1085’ê, Partiya Çepên Kesk 174, Partiya Yekîtiya Edaletê 0 deng standin; li gorî agahiyên ku li ser SîPPORT’ê hatine parvekirin ji Partiya Yekîtiya Edaletê re 174 deng û ji Partiya Çepên Kesk re jî 1 deng hatine nivîsîn. Dîsa di heman Girtekê de ji Partiya Yenîden Refahê re ku 2 deng standiye, 73 deng hatine nivîsîn û ji MHP’ê re jî ku 1 deng standiye, 2 deng hatine nivîsîn.

*Li gorî Girteka Encamên Sindoqê û Cetvela Hilbijartinê ya sindoqa bi hejmara 1240’ê Partiya Çepên Kesk 233 deng û MHP’ê 3 deng standine; li gorî agahiyên li ser SÎPPORT’ê hatine parvekirin ji MHP’ê re 233 deng û ji Çepên Kesk re jî 1 deng hatine nivîsîn. Dîsa li gorî heman girtekê ji Partiya Yenîden Refahê re ku ti deng ne standiye, 3 deng û ji Partiya Yekîtiya Buyuk re jî ku ti deng nestandiye, 18 deng û ji Partiya Ciwan re jî ku ti deng nestandiye, 2 deng hatine nivîsîn.

*Li gorî Girteka Encamên Sindoqê û Cetvela Hilbijartinê ya sindoqa bi hejmara 1249’ê Partiya Çepên Kesk 147 deng û MHP’ê jî 1 deng standiye; li gorî agahiyên li ser SÎPPORT’ê hatine parvekirin ji MHP’ê re 147 deng û ji Çepên Kesk re jî 2 deng hatine nivîsîn. Dîsa li gorî heman girtekê ji Partiya Yekîtiya Mezin re ku ti deng nestandiye, 24 deng û ji Partiya Yekîtiya Hêzê re ku ti deng nestandiye, 2 deng û ji Partiya Edaletê re ku ti nestandiye, 1 deng û ji Partiya Rizgariya Gelan re ku ti deng nestandiye, 1 deng û ji CHP’ê re jî ku 2 deng standiye, 1 deng hatine nivîsîn.

BASA

Di Girteka Encamên Sindoqan a ayîdê sindoqa bi hejmara 1006’ê Partiya Çepên Kesk 122 deng, MHP’ê 9 deng standine; li gorî daneyên ku SÎPPORT’ê ya bi partiyan re parve kirî ji MHP’ê re 122 deng û ji Çepên Kesk re jî 1 deng hatine nivîsîn.

COLEMÊRG

Navend

Li sindoqa bi hejmara 1094, ji Partiya Çepên Kesk re 229 deng hate jimartin, lê li ser navê AKP'ê hate nivîsandin.

RIHA

Halîliye

82 dengên Partiya Çepên Kesk ên ji sindoqa bi hejmara 1120 ji Partiya Adalet Bîrlîk re hatin nivîsandin.

Sêwereg

74 dengên Partiya Çepên Kesk a ji sindoqa 1069'an ji MHP'ê re hatin nivîsandin.

ÊLIH

Navend

232 dengên Partiya Çepên Kesk ên ji sindoqa 1051'ê ji Partiya Yenîlîk re hatin nivîsandin.

MÊRDÎN

Nisêbîn

225 dengên Partiya Çepên Kesk ên sindoqa 1035 ji MHP'ê re hatin nivîsandin.

AMED

Peyas

198 dengên Partiya Çepên Kesk ên sindoqa 2252 ji MHP'ê re, li Farqînê jî 228 dengên Partiya Çepên Kesk ên sindoqa 1032 ji MHP'ê re, 125 dengên Partiya Çepên Kesk ên sindoqa 1145 ji MHP'ê re hatin nivîsandin."